Ken Parker - Lily u Neçirvan

Ken Parker - Lily u Neçirvan

Giancarlo Berardi

0.0 (0 )
9786255535092
Avesta Yayınları
2025
Ciltsiz
96
96.0 gr
19 x 27
1. Hamur

$40.00

Julia: Bir Kriminoloğun Maceraları Cilt 89 Yumruklar Dünyası
Giancarlo Berardi, Lorenzo Calza · Mylos Kitap
Julia: Bir Kriminoluğun Maceraları Cilt 88 Pet Shop
Giancarlo Berardi, Alberto Ghe, Lorenzo Calza · Mylos Kitap
Julia: Bir Kriminoloğun Maceraları Cilt 87 İdam Cezası
Giancarlo Berardi, Maurizio Mantero · Mylos Kitap
Julia: Bir Kriminoloğun Maceraları Cilt 86 Myrna - Kan Gölü
Giancarlo Berardi, Maurizio Mantero · Mylos Kitap
Julia: Bir Kriminoloğun Maceraları Cilt 85 Kırmızı Yağmur
Giancarlo Berardi, Maurizio Mantero · Mylos Kitap

Ken Parker
Lehengekî xêzeromanî ye ku nivîskar Giancarlo Berardi û xêzker Ivo Milazzo ew afirandiye. Kesayetî û rûdêma Ken Parker feyza xwe ji Robert Redford ê serlehengê fîlma Jeremiah Johnson a derhênerê navdar Sydney Pollack werdigire. Kesê ku cara yekem Ken Parker dixwîne, serê pêşîn di bin bandora behremendiya Berardi ya di warê vebêjiya realîst a sînemayî de û vehûnandina diyalogên wî yên ciwan de dimîne ku di vî warî de ew ne kêmî derhênerên mezin e. Piştre jî dibe hijmetkarê wê xêza pir şêweyî ya ku ji serê firça Milazzo veder tê, ku karakter û mekanan di gel hemû hestên wan bi awayekî ew çend ciwan vediguhêzîne. Gava ku xwîner kitêbeke Ken Parker diqedîne, bi qasî balkêşiya çîrokê û hostetiya xêzan, pê dihise ku dibe şeydayê vî antî lehengî jî ku tê vegotin. 
Baş e, îja kî ye gelo ev Ken Parker?
Ken Parker gerokekî tenê û kubar e ku baweriyê bi nirxên gerdûnî û aştiyê tîne, û heta ku jê tê hewl dide ku xwe dûr bixe ji jîngeha tije tundrewî ya li dorûberê xwe. Ew xwe weke kesekî wezîfedar an jî rizgarker nabîne, lê belê, ew çend jî hestiyar û mêrxas e ku nikare xwe li hemberî neheqiyên ku li dorûberê wî rû didin ker bike. Ji bo Ken ti giyanewerek ne di ser yê din re ye, ew naşibe lehengên nêrane yên ku em pê dizanin ji cureyê westernê, ew yekî xwende, bi meraq û di şayîşa hebûna xwe de ye. Li hemberî jinan bi şewqet û dilsoz e. Di serdemeke ku çekên otomatîk lê bi kar bûn, sedema bijartina wî ya tivingeke yeklûleyî xwe disiparte wê xweşbîniya wî ya ku eger rojekê mecbûrî nêçîrê bimaya, da ku şansekî duyem bidaya wê giyanewera ku ji wê guleberdana wî ya tenê rizgar bûbe. Ji bo ku jiyana xwe berdewam bike, ji bilî nêçîrvaniyê, rêberiya artêşê jî dike. Ji ber vê yekê, xwîner jî bi Ken Parker re dibe şahidê qetlîam û asîmîlasyona  artêşê ya li çermesoran. Di vê rewşê de jî Ken Parker wê sekna xwe ya exlaqî ya ku em jê hêvî dikin, dubare nîşan dide.

(0)

0.0

0
.

8. Sınıf Paragraf Soru Bankası
Ceren Seyhan · Motivasyon Yayınları
Otronas
Tolga Akalın · Siyah Kitap
Gönülçelen
Orenda · Lapis Kitap
Mevsimler Gelir Geçer
Murat Duman · Alakarga Sanat Yayınları
Kaigen'in Kılıcı
M. L. Wang · Beta Byou