Kurden Merwani

Kurden Merwani

Ahmet Seyari

0.0 (0 )
9786052246573
Avesta Yayınları
2020
Ciltsiz
136
136.0 gr
14 x 22
2. Hamur

$40.46

Lêkolîna Ahmet Seyari a bi navê “Kurdên Merwanî / Di Tarîxu Meyyafariqînê ya Îbnu’l-Ezreq el-Fariqî de” derket.

Kitêba Îbnu’l-Ezreq ya bi navê Tarîxu Meyyafariqîn çavkaniya yekem e ku bi berfirehî der heqê kurdên Merwanî de agahiyên girîng dide. Beşeke serbixwe ya pirtûkê der heqê kurdên Merwanî de hatiye nivîsîn. Tarîxu Meyyafariqîn ji aliyê Îbnu’l-Ezreq ve di sedsala XIIan de hatiye nivîsîn. Nivîskarê berhemê, Fariqî, di serdema Artûqiyan de di rêvebiriya dewletê de cih girtiye û karê rêvebiriya weqfan meşandiye.

Mijara vê xebatê dîrok, çand û şaristaniya kurdên Merwanî di Tarîxu Meyyafariqînê ya Îbnu’l-Ezreq de ye. Xebat, bingeha xwe ji tezeka lîsansa bilind digire ku ev tez di sala 2016an de li zanîngeha Mêrdîn Artukluyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de hatiye nivîsîn.

Ev pirtûk ji destpêkekê û sê beşan pêk tê. Di destpêkê de armanca xebatê û sedema hilbijartina mijarê hatiye vegotin û der heqê mijar, çarçove, rêbaz û çavkaniyên xebatê de agahî hatine dayîn. Di beşa yekem de der heqê jiyana Îbnu’l-Ezreq el-Fariqî, bajar û welatên ku li wan geriyaye de agahî hatine dayîn. Di beşa duyem de behsa rêvebiriya kurdên Merwanî û serdema mîrên Merwaniyan hatiye kirin. Mijara beşa sêyem Çand û Şaristanî di Serdema Kurdên Merwanî de ye. Di vê beşê de taybetiya çand û şaristaniya kurdên Merwanî hatiye vegotin.

(0)

0.0

0
.

8. Sınıf Paragraf Soru Bankası
Ceren Seyhan · Motivasyon Yayınları
Otronas
Tolga Akalın · Siyah Kitap
Gönülçelen
Orenda · Lapis Kitap
Mevsimler Gelir Geçer
Murat Duman · Alakarga Sanat Yayınları
Kaigen'in Kılıcı
M. L. Wang · Beta Byou