Heterotopia Dergisi Sayı: 2

Heterotopia Dergisi Sayı: 2

Kolektif

0.0 (0 )
9786059017336
Na Yayınları
2015
Ciltsiz
192
188.0 gr
15 x 21
2. Hamur

$36.06

Psikeart - Yolculuk
Kolektif · Art Yayıncılık
Psikeart - Göç
Kolektif · Art Yayıncılık
Psikeart - Agresyon
Kolektif · Art Yayıncılık
Psikeart - Tüketim
Kolektif · Art Yayıncılık
Psikeart - Tahrik
Kolektif · Art Yayıncılık

Galegala Heterotopîk

Merheba, Xwendevan/xwendekar/xwînerên ezîz (ev dişibe xwînê, min jê hez nekir), Me got xwîn, em bi xwînê dest pê bikin. Em di meha Îlon'ê de ne û qaşo ev meha Aştiyê ya Gerdûn'ê ye. Qaşo, dibêjim ji ber ku di meha aştiyê de em herb û mirin û xwînê pêşkêşî aştiyê dikin. Li hemû erdnîgarê de xwîna ciwanan dirijê û dibe xwelî û dikeve devê pîrên zik tirrêl; ew jî li meydanan dikin kewt kewt û girêza xwe dirijînin. Di bin lingên mirovan de viçe viça xwînê ye. Em jî wek nivîskar an wek hunermend, em qelema xwe di xwînê de dadikin û em dinivîsin: "Mirovan ji Kabîl'ê hov û vir ve bêhna xwînê stendine û har bûne, em hibira qelema xwe dirêjî ber bi pozê wan dikin ku bêhna mirovatî û aştiyê here wan; em dibêjin "edebiyat" Me got edebiyat, em dîsa di Heterotopîa de hevîrtirşekî didin we ku hûn bikin havên û pê bimeyin. Di hejmera Payiz'ê de bi dosyaya "Qeyranê" em derdikevin pêşberî we. Di dosyaya me de nivîskar û kedkarên edebiyata Kurd-mancî pirsen me bersivandinin ku ez bawer im ev bersiv hûrik û girikên edebiyata Kurd dide ber çavan, bi xisûsî jî ev derdê me yê ku, em dibêjin em cihoka edebiyata Kurd biguherin, vî derdî dibersivîne. Zaningeha Heterotopîa di vê dosyayê de mîsyona xwe bi cih tîne. Ji alî çîrok û rexneyan de jî nivîskarên bi qedr û qîmet bi mijarên cuda(carina bi bêmijariyê), bi şêwaza cuda mîsyona me diselmînin. Di warê wergerê de; ji Virgina Wolf, ji Hemingway, ji Poe, ji Sabahattin Alî, ji Sait Faik, ji Oguz Atay û ji Yusuf Atilgan bahra edebiyatê xwe dide ber me. Heterotopîa bixwînin, ekla edebiyata heterotopîk werbigirin, hilbigirin û di erdnîgara binhiş de bigindirin.

- Edîtoriya Kovarê

(0)

0.0

0
.

8. Sınıf Paragraf Soru Bankası
Ceren Seyhan · Motivasyon Yayınları
Otronas
Tolga Akalın · Siyah Kitap
Gönülçelen
Orenda · Lapis Kitap
Mevsimler Gelir Geçer
Murat Duman · Alakarga Sanat Yayınları
Kaigen'in Kılıcı
M. L. Wang · Beta Byou