Heterotopia Dergisi Sayı: 1

Heterotopia Dergisi Sayı: 1

Kolektif

0.0 (0 )
9786059017299
Na Yayınları
2015
Ciltsiz
110
110.0 gr
15 x 21
2. Hamur

$33.40

Psikeart - Yolculuk
Kolektif · Art Yayıncılık
Psikeart - Göç
Kolektif · Art Yayıncılık
Psikeart - Agresyon
Kolektif · Art Yayıncılık
Psikeart - Tüketim
Kolektif · Art Yayıncılık
Psikeart - Tahrik
Kolektif · Art Yayıncılık

Galgalên Heterotopîk

Merheba Xwendeyên Ezîz, Ev hejmara Kovara Heterotopîa ya ewil e. Em zarokekî/e nûhatî ne ku ev gava ewil mîna her ti?tên ewil xwediyê hêviyeke û heyecaneke mezin e.

Ji ber destpêkê me danasîn divê. Ji bo navê kovarê em, bi pê?niyara çîroknûs-romannûs H.Kovan Baqî, ji ser têgeha Foucaoult derketin rê:

Heterotopîa. Foucaoult:"Li dijî utopîayên sixte ku aîdîtiya wan bi rasteqîniyê ve tune nin: îdeal, yek tîp û homojen in; heterotopîa, cihên di nav çand û kelepora me de nin. Heterotopîa, xwedî alternatîfên bê ser û bê bin in. Di cihên Heterotopîk de hemû ?iklê jiyan, mekan û rêxistinan

Bêyî ku hev du cihê bikin hem-wext pevrebûnê pê? derdixin." dibêje. Li dijî homojeniya utopîa, heterojeniya(tevlihevî) heterotopîa pê? derdikeve. Dîsa Foucaoult:" Utopîa, dilxwe?kirinekê dide mirovan: teqez ne li cihên rasteqîn in lê jiyan û dinyayek fantastik, bê serê?î û genge?î; bajar û baxçeyên bihu?tî, jiyaneke rehet li ber lingên mirovan radixe. Heterotopîa, berovajî utopîa tevliheviyê dihebîne. Heterotopîa; rê û rêbazên li ber peyv û hevokan hildiwe?îne, hevokên helbestî û orîjînal

Diparêze." dibêje. Di derdora vê têgeha bingehîn em çend xortên ku qibleya wan edebiyat e civiyan ser hev, me hemûyan mejîdankên xwe vekirin û em ji

Xwe'r li cihekî geriyan. Di wê kêliyê de dengek hat ji gorristanan û pirtûkxaneyan: Heterotopîaaa… Bes derdê me edebiyat e. Edebiyateke ji tu ?exs, sazî û ramanî re xizmetê nake: tenê edebiyat, edebiyat, edebiyat… Naxwe me got edebiyata me jî bila bi?ibe têgeha me, bila heterotopîk be: em çîrokên klasik ango folklarîk naxwazin, ji bo edebiyata Kurmancî ruyê xwe veguherîne dinyê em ê bixebitin. Belê, ev xebatek e. Ji ber ku Kovara Heterotopîa zaningehek e em dibêjin xebat.

Em ê di vê zaningehê de hînî edebiyatê bibin û em ê ji Kur(d)inya'yê re qala edebiyatê bikin. Em ê bi destên xwe rêyekê vekolin ku edebiyata Kurmancî gav bi gav ber bi dinyê ve bime?e. Ji alî din Kovara Heterotopîa ne kovareke Kurd e, tenê galgalên Kurmancî ye.

Ji alî ?êwazê Kovara Heterotopîa ji sê be?an pêk tê: be?a çîrokan, be?a wergeran û be?a rexneyan. Em van be?an û karên din di nav xwe de hevpar dikin. Em dixwazin ku nivîskar û xwendevan hemû be?darî kovarê bibin. Ligel dengek ji kovara Heterotopîa derdikeve, dibilbile, diqîre û digazine: tenê edebiyat…

(0)

0.0

0
.

8. Sınıf Paragraf Soru Bankası
Ceren Seyhan · Motivasyon Yayınları
Otronas
Tolga Akalın · Siyah Kitap
Gönülçelen
Orenda · Lapis Kitap
Mevsimler Gelir Geçer
Murat Duman · Alakarga Sanat Yayınları
Kaigen'in Kılıcı
M. L. Wang · Beta Byou