Le Xake Xurasane

Le Xake Xurasane

Ce’ferquliye Zengeli

0.0 (0 )
9786052246245
Avesta Yayınları
2018
Ciltsiz
192
200.0 gr
14 x 21
2. Hamur

$32.80

Dîwana Ce’ferquliyê Zengelî bi navê “Le Xakê Xurasanê” bi alfabeya latînî çap bû. Dîwan ji aliyê Mehdî Jafarzadeh û Mehmed Salih Bedirxan ve hatiye amadekirin.

Ce’ferquliyê Zengelî ku yek ji şaîrê klasik ê Xorasan e di sala 1799annde li Qûçanê hatiye dinyayê û temenê xwe li wir derbas kiriye. Ne qet‘î jî be derdora sala 1894an koça dawiyê kiriye. Ce’ferqulî li gelek herêmên Îranê, Turkmenistanê geriyaye û di helbestên xwe de navê wan herêman jî hilaniye. Bi tirkî, farisî û erebî jî helbest nivîsandine.

Di qesîde û xezelên xwe de cîh daye beytên farsî û tirkî. Li gor lêkolînerên Xorasanê Zengelî weke hocanın serdema xwe bêyî xwendin û nivîsandinê fêrî gotina helbestan bûye.

“Lêvnazik pistedehan zimanê te engebîn
We husnê te tunîni le Xeta Çîn û Maçîn
Bedensîm kirasherîr le xwa kir çeka sengîn
Navê ‘işqê tu megir cîgerê min meke xwîn
Sîngê te baxê Irem we xwa guleke rengîn
Je ‘işqê te le min bû dunya qaf û fê û sîn
We xwa tutiya xezelxan bejnê te nexlê ‘er‘er”

“Ez ji vê pirtûkê pir bihêvî me û dilniya me weşandina dîwana Ce‘ferqulî, têkiliya navbera Kurdistana mezin û kurdên xerîb ên

Xorasanê zêdetir bike û bibe destpêka hevnasîneke ciddî, herwiha bibe sedema geş û xweştirbûna çand û ziman û wêjeya kurdî.”

Elîreza Spahîlayîn (Kawa Zêdî)

(0)

0.0

0
.

8. Sınıf Paragraf Soru Bankası
Ceren Seyhan · Motivasyon Yayınları
Otronas
Tolga Akalın · Siyah Kitap
Gönülçelen
Orenda · Lapis Kitap
Mevsimler Gelir Geçer
Murat Duman · Alakarga Sanat Yayınları
Kaigen'in Kılıcı
M. L. Wang · Beta Byou