Binemal u Hozen Li Herema Semsure

Binemal u Hozen Li Herema Semsure

Mehmet Oncu

0.0 (0 )
9786055081560
Sitav Yayınevi
2023
Ciltsiz
384
384.0 gr
13.5 x 21
2. Hamur

$41.09

Ji Kaniya Gel - 101 Biwêj 101 Çîrok 2
Mehmet Oncu · Sitav Yayınevi
Mij 2 - Peşken Barane
Mehmet Oncu · Sitav Yayınevi
Mij 1 - Helkina Baye Xerbi
Mehmet Oncu · Sitav Yayınevi
Portreyen Şopwında
Mehmet Oncu, Mahmut Nedim Kaya · Sitav Yayınevi
Bi Çave ye din Adıyeman
Mehmet Oncu · Sitav Yayınevi
Ferhenga Herema Semsure
Mehmet Oncu · Sitav Yayınevi

Bêguman her kesek rabîrduya axa ku li ser dijî, reh û riç, malbat û binemala xwe meraq dike. Lewma di mijara rabirdûya (mêjû yan dîrok) xwe û axa xwe de dikeva nav hewldana tevger û lêpirsînan. Ji bo însên, daxwaza hînbûna rabirdûya wî û axa wî rûdaneke normal e. Ew hewldan ji bo kesên xwedan wijdan peywir e û ew peywir jî pîroz e. Bi vê yekê ve girêdayî ev xebat, ji bo kesên ku mêjû û rabirdûya Adiyeman (Semsûr) û derdora wê ji xwe re dike mereq, çavkanî û kanek e.
Ev berhema di destê we de, ji sê beşan pêk tê:
Di beşa pêşî de; Êl, hoz (eşîr), kom û binemalên (bav û bavik) ku di serdema Osmaniyan de jîr û jiyara xwe li herêma Semsûrê diborandin, bi awayekî tesnîfkirî hatine nivîsîn. Ew êl, hoz û binemalên ku di navbera sedeya 16 û 20’an de li herêmê xuya kirine, tevî şûn û warên wan hatine nasandin, pirsên ku di der barê wan de mijara meraqê ne, li gor belgeyên arşîva Osmaniyan hatine bersivandin.
Di beşa duduyan de; Rewşa êl, hoz û binemalên Kurd ên ku di salên derdora 1970’yî de li herêma Semsûrê û derdorên wê dijiyan hatiye nivîsandin. Ew tespîtên di vê beşê de li gor xebat û raportên Serpiriştiya Giştî ya Leşkerî (Genelkurmay) a Komara Tirkiyeyê, hatine kirin.
Di beşa paşîn de; Rewşa êl, hoz û binemalên ku îro jî jîr û jiyara xwe li herêma Adiyeman (Semsûr) û derdorên wê diborînin, lê êdî ji vê pê ve nikarin bi dab û nêrîtên hozeyatî (‘eşîretî) tev bigerin, hatine nasandin.
Di vê beşê de li ser wateya navê êl, hoz û binemalan hatiye rawestîn. Der barê mêjûya (dîrok) êl, hoz û binemalan ya kurte de hin agahî hatine dayîn. Li ser dîn û ayîn (bîr û bawerî), nijad û zar û zimanên ku ew êl, hoz û binemal pê diaxivin hin agahî hatine parvekirin. Herî dawî jî der barê şûn û warên wan êl, hoz û binemalan de hin zanîn hatine parvekirin.
Hêvîdarim xwandina vê berhema ku bi şeklekî nexşeya genên herêma Semsûrê û derdorên wê ye tameke dîrokî di bîra we de bihêle û bibe bersiva pirsên we yên der barê herêmê de…

 

(0)

0.0

0
.

8. Sınıf Paragraf Soru Bankası
Ceren Seyhan · Motivasyon Yayınları
Otronas
Tolga Akalın · Siyah Kitap
Gönülçelen
Orenda · Lapis Kitap
Mevsimler Gelir Geçer
Murat Duman · Alakarga Sanat Yayınları
Kaigen'in Kılıcı
M. L. Wang · Beta Byou