Quling Ewr û Ba

Quling Ewr û Ba

Mem Ararat

0.0 (0 )
9786259416519
Ziz Yayınları
2025
Ciltsiz
72
72.0 gr
13.5 x 21
2. Hamur

$40.10

Mem Ararat bi muzîka xwe rêya xwe bi şikeftên veşartî yên rihê me xistibû û  bi dengê wî yê xembar em hinekî din jî li xwe mikur hatibûn.

Ararat îjar bi ristên xwe, di nava du qadên hunerê de (ku hemû cureyên  hunerê hinekî hevdu xwedî dikin û hinek jî ji hev dixun) pirek e resen dihone. Ji çemê rihê xwe yê dengzelal cihokên nû vedike. Bi ristên xwe yên mişt xem, mişt xewn, mişt kurmanc û mişt em, tenik tenik diherike nava behra edebiyatê û kulm bi kulm av dide.

Gulîzer


Dengê helbestên Mem Ararat dengekî hestiyar, xwezan, bîrmend û xwedî karekter e. Ev deng xwedî daxwaz, rexne, xeyal û muxalîf e. Temayên dosyayê ku ji evîn, nasname, azadî, welat, penaberî, xeyal, bêrîkirin, sînor ûhw pêk tên bi çavdêriyeke berfireh a vî karekterî, bi peyvên zelal, jidil û bi dilovanî hatine vegotin.

Helbestvan bi motîvên di helbestê de neynikê dide ser birînên civakê. Şewqê dide ser çand û tore û jiyana xelkê ku kesek zû bi zû nabîne û bi wan nagihê bi metafor û hêmayên orîjînal yên erdnigariya me ya qedîm tîne ziman. Bê gazin, bê ku bike hawar û fîgan derdê dilê xwe bi aramî, bi têgihiştina rûspiyekî vedibêje.

Fatma Savci

(0)

0.0

0
.

8. Sınıf Paragraf Soru Bankası
Ceren Seyhan · Motivasyon Yayınları
Otronas
Tolga Akalın · Siyah Kitap
Gönülçelen
Orenda · Lapis Kitap
Mevsimler Gelir Geçer
Murat Duman · Alakarga Sanat Yayınları
Kaigen'in Kılıcı
M. L. Wang · Beta Byou