{"product_id":"gula-elegeze","title":"Gula Elegeze","description":"\u003cp\u003eGula Elegezê, wekî wan dîwanên din ên Fêrîkê Ûsiv, mişt ji deng, reng û bi bîna siruşta welatê wî dagirtî ye. Ew bi zimanê xwe yî herikbar û a rojane gel pê diaxife rabûn, rûniştin, adet û toreya gelê xwe bi vegotineke edebî raberî me dike. Em baş zanin Fêrîk hostayê gotin û vegotinê bû. Çi tişta bidîta û çi tişta biqewimîya yekser xwe bera nav şi’ra wî dida. Ji ber wê şi’ra Fêrîk di heman demê de pirtûka agahdarî û zanîna rewşa cimaet û feraset û hişmendîya wan e. Hub û hez têmaya herî ber bi çav û jênager a Fêrîk e. Di vê dîwanê de jî hub û hez bi delalî û dilbijînîya xwe ji me re dibişire:\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eXwezil, xwezil, ya min biyayî,\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eXwezila bûka dîya min biyayî, \u003c\/p\u003e\u003cp\u003eTe çok veda ber pîngê wê,\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eSerî bida ser sîngê wê,\u003c\/p\u003e\u003cp\u003ePor û gulîyê xwe reş berda,\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eDîya min porê te vegirta,\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eÛ min destê wê yî çira\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eLi ser porê te paç kira...\u003c\/p\u003e","brand":"Lis Basın Yayın","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":41747630719034,"sku":"9786059014854","price":9.02,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0603\/8310\/0986\/files\/7422a77a9a6546b0aa61b470cb3550cc_front.jpg?v=1791955436","url":"https:\/\/chapterworm.com\/products\/gula-elegeze","provider":"Chapterworm","version":"1.0","type":"link"}