{"product_id":"hesretdefter","title":"Hesretdefter","description":"\u003cp\u003eŞairê gewre Fêrîkê Ûsiv, di Hesretdefterê de bi zimanê xwe ê herikbar, lîrîzma xwe a ji xwezaya welatê xwe standiye û bi vegotina xwe a sade û ji dil behsa xwe û rabirdûya xweş dike û ciwanî, hez û hubê bi bîr tîne. Behsa civat û cimaeta xwe û rabûn û rûniştina wan dike. Bi her şi’ra xwe jîyanê û hêza me a hezkirinê gurtir û tîrtir dike. Destana Rihana Reso û Hisret, kurteromanên derheqa jîyana cimaeta Fêrik e, ku ew wan rojên xweş û geş bi bîr tîne û hisreta wan rojan dikişîne. Fêrîk li gel van vegotinên bi keser behsa jîyana niha a kaltîya xwe dike û wekî psîkologekî ruh û gîyan û taswas û metirsîya kalekî ji me re vedibêje;\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eWextê ez bûbûm bîst û pênc salî,\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eMin ji kêfa dil digot: Ez kal im…\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eNaha pêncî me, dibêjin: Kal î…\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eEz dixeyîdim, ji dil dinalim.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003ePayîza emir ha hucûm dike,\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eDerp-derp lê dide, bê qudûm dike.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eEm heyr-hisreta per û baska bûn,\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eNiha linga jî me merûm dike…\u003c\/p\u003e","brand":"Lis Basın Yayın","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":41747630358586,"sku":"9786058152106","price":8.64,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0603\/8310\/0986\/files\/f84533af1ebc44989290f45b66bbc914_front.jpg?v=1791955425","url":"https:\/\/chapterworm.com\/products\/hesretdefter","provider":"Chapterworm","version":"1.0","type":"link"}