{"product_id":"kilamen-ciya","title":"Kilamen Çiya","description":"\u003cp\u003eHelbestên Casimê Celîl cara yekemîn hê di destpêka salên 30’î de li ser rûpelên rojnameya Kurdî a Rya Teze hatin weşandin. Paşê heta wefatkirina wî weşandina helbestên wî di wê rojnameyê û gelek rojname û kovarên Ermenistanê û Yekîtîya Sovêtê de bi giştî di ê bi Ermenî û Rûsî de bi wergera ser wan zimanan berdewam kir.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eAfirandinên Casimê Celîl wergerîyaye ser gelek zimanên gelên Yekîtîya Sovyetê û navê wî ji zû ve ji çarçoveya gel der belav bûne; him li welatê Sovyetê, him jî ji sînorên wê der.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eSala 1970’yî berevoka helbestan bi navê Kilamên Çîya li Yêrêvanê bi zimanê Kurdî hat weşandin. Di wê pirtûka xwe de helbestên teze û wisa jî veçêkirina çend nimûneyên zargotina gelê Kurd, ku derheqa şerkarîya gel û azadîxwazîyê de ne hatine bicîkirin. Wî helbestên xwe bi bedewîya xwezayê, çîya û banîyan, deşt û zozanan, cew û kanîyên welat xemilandiye.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003ePiştî çapkirina yekemîn, Kilamên Çîya li Amedê, li Weşanxaneya Lîsê ji bo bibe mal û milkê gelê Kurd tê weşandin.\u003c\/p\u003e","brand":"Lis Basın Yayın","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":41760616185914,"sku":"9786057535795","price":11.27,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0603\/8310\/0986\/files\/b64ca208887d4a48a73d21ffde54114a_front.jpg?v=1792140596","url":"https:\/\/chapterworm.com\/products\/kilamen-ciya","provider":"Chapterworm","version":"1.0","type":"link"}