{"product_id":"lirika","title":"Lirika","description":"\u003cp\u003eWekî ku ji navê xwe jî dîyar e; Fêrîk, di vê dîwanê de bi dengekî zelal û kubar, bi zimanekî herikbar û ji kanîya toreya Kurdî derbûyî û bi hest û hîsên dildarekî şi’rên xwe lê dike. Em di wan de kubarî û henûnîya dengbêjîya Kurmancîyê û ahenga xweza û cimaetê dibînin. Lîrîka, hez û huba şairekî ku kare çendî bilind be û çawa kare li ser nirx û puteyên herêmbûnê şax vede û ji wir xwe ragihîne zeryaya cîhanî a ruh û gîyanê mirovîn şanî me dide. Bi kurtayî şi’ra Fêrîk, terazûyeke bi aheng e ku di navbera dil û hiş de diçe û tê:\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eWê got: Ger min pir hiz dikî,\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eSur-sêra me beyan neke…\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eGer min kel û gur hiz dikî,\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eMuhbeta me eyan neke…\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eMin go: Sebram, can û ceger,\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eÇawa bikim sur neçe der?. . .\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eAxir muhbet agir e ger,\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eSura êgir dû dide der…\u003c\/p\u003e","brand":"Lis Basın Yayın","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":41747630260282,"sku":"9786058152113","price":8.08,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0603\/8310\/0986\/files\/d7460ca9e562441eb38a5a435eda590d_front.jpg?v=1791955421","url":"https:\/\/chapterworm.com\/products\/lirika","provider":"Chapterworm","version":"1.0","type":"link"}