{"product_id":"listiken-tomeri","title":"Listiken Tomeri","description":"\u003cp\u003eSê lîstikên şanoyê yên Mîrza Metîn; Dîsko 5 No’lu, Bûka Lekî û Gor bi hev re di kitebekê de kom bûn û bi navê “Lîstikên Tomerî” çap bûn.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eDi pêşgotina berhemê de Berfîn Zenderlîoğlu wiha dinivîse: “Di wan her sê lîstikan de jî nivîskar wêneya rûbirû mayina mekanîzmaya ku însan xwe dike mehkûmê xwe dikêşîne.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eHêma û metaforên ku bi kar tîne, mekanên ku ava dike (sê lîstik jî yek mekan in), lîstina bi zimên re, tekiliya wî ya bi zimanê gelerî û dengbêj û çîrokbêjan; hînbûna wî ya kurmancî (di 15-16 saliya xwe de dest bi hînbûna kurmancî dike û di 21 saliya xwe de hêdî hêdî dest bi axaftinê dike), navên ku ji bo karakteran hildibijêre, bikaranîna wî ya teknîkên vebêjiyê, têkiliya tekstên wî yê bi tekstên kevn û nivîskarên kevn û nûjen re, têkiliya wî ya bi rabirdû re, pêşdîtinên wî yên dahatûyî, şahidiya wî ya hemdem û hest û hêza wiya manewî tekstên wî dikişine akordekî xweser û ji bo xwendekar û rejîsor û lîstikvan û temaşevanên xwe riya ceribandineke seyrî û cuda derdixe holê.” Ji “Dîsko 5 No’lu” Hucreyeke nîvtarî... Tora pîrevokan nava hucre û derdora wê dorpêç kiriye. Cop, kêr, qelas û amûrên wek wisa li ser torê dardekirî ne.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eErd tijî ava genî ye.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eLi ser dîwaran “Xwedê tune, pêxember çû bêhnvedanê” dinivîse.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eJi “Bûka Lekî”\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eDi bin ronahiyeke romantîk de jinemankênek. Jinik rûken, esîl, porsor, bejinzirav, narîn û lihevhatî ye… Cilne rengo-rengo li xwe kiriye.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eDestekî xwe daye ser noqa xwe. Mêrikek tê maxezeyê û çawa Mankenê dibîne dikeve nav tenûra erdê û dilê wî dişewite.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eJi “Gor”\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eGoristanek… Erd asîman e, asîman erd e. Bêhna goştên riziyayî û kurmên rizîxwaran tê.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eKundê kor û marê kerr deng didin.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003ePepo, keko!\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eKê kir? Min kir!\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eKê kuşt? Min kuşt!\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eKê şûşt? Min şûşt!\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eLîstikên Tomerî\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eDîsko 5 No’lu, Bûka Lekî, Gor\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eMîrza Metîn\u003c\/p\u003e","brand":"Avesta Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":41747395444794,"sku":"9786059082921","price":7.51,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0603\/8310\/0986\/files\/898b5c143c264b6284026aa475af5bdc_front.jpg?v=1791948189","url":"https:\/\/chapterworm.com\/products\/listiken-tomeri","provider":"Chapterworm","version":"1.0","type":"link"}