{"product_id":"mirina-besi","title":"Mirina Besi","description":"\u003cp\u003eMirina Bêsî ya Dilawer Zeraq derket!\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eRomana Mirina Bêsî, pirtûka duyem a Sêyîneya Winda a çîroknûs û romannûs Dilawer Zeraq, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eNivîskar Zeraq, çawa ku di pirtûka yekem a sêyîneyê, Şevên Winda, Wêneyên Meçhûl (2005, Lîs) de, bala xwîneran biribû ser windayan, wê sercema bûyer û qewamên xedar ên ku birînên kûr di gewdeyê civakê de vekiribûn, bi romana xwe ya Mirina Bêsî ya ku dûmahîka wê heyama birîndar e, bi pergaleke bi rêk û pêk û bi danandina li ser zemînekî geometrîk, di şexsê lehengê romanê Hogir de, xwe digihîne kuj û qorziyên tarî yên demeke ku hê jî li hêviyê ye ji binî ve bê ronîkirin.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eZeraq, di honaka romana Mirina Bêsî de, tevî zimanekî bi teql û ahengdar, rêbazên hunerên dîtbarî û şêwekariyê bi kar tîne û deliveyên nû yên xwendina romanê derpêşî me dike.\u003c\/p\u003e","brand":"Lis Basın Yayın","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":41752305041466,"sku":"9786058813083","price":11.65,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0603\/8310\/0986\/files\/65bc977bd4404e8aa5b85ab7dec52d3c_front.jpg?v=1792019431","url":"https:\/\/chapterworm.com\/products\/mirina-besi","provider":"Chapterworm","version":"1.0","type":"link"}