{"product_id":"mistek-ronahi","title":"Mistek Ronahi","description":"\u003cp\u003e… Zerdeşt diçe nobedariyê. Di navberê de du sê saet dibore lê Zerdeşt venagere.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eHevalên wî meraq dikin û diçin cihê nobedariyê li wî digerin. Dibînin ku di nava xwînê de li erdê dirêj bûye.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eHeval bi dilşewati bi ser de diçin û li rewşa wî dipirsin:\u003c\/p\u003e\u003cp\u003e-Ev çi hale, çi hatiye serê te?\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eDibe nalîna Zerdeşt:\u003c\/p\u003e\u003cp\u003e-Min li ber darê reşiyek dît. Min got qey dîsa heval Kendal hatiye min bitirsîne û henekan bike. Dema min destê xwe li serê wî xist, bû borebora wî û hate ser min. Mixabin min got belkî heval Kendal dengê xwe guheriye. Dema çavê me bi hev ket, min xwest birevim lê hirça zalim pir li min xist û min ji zinar avêt. Ez ji we re dibêjim, hirç zalim e pê re henek nabe. Yê ku pê re henek bike wê bikeve rewşa min.\u003c\/p\u003e","brand":"Aram Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":41729915781178,"sku":"9786052930755","price":6.73,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0603\/8310\/0986\/files\/7a6be2ea81fb49f98e0aca7fb52022c3_front.jpg?v=1791424456","url":"https:\/\/chapterworm.com\/products\/mistek-ronahi","provider":"Chapterworm","version":"1.0","type":"link"}