{"product_id":"newayen-mutrib-u-cengen-kurdan","title":"Newayen Mutrib u Çengen Kurdan","description":"\u003cp\u003eArmanca vê kitêbê beyankirina beşek ji nêrînên etnolojiyê-gelnasiyê û nîşandana çanda gelêrî li pişka stran û awazên Kurdî, danasîna alav û amûrên muzîkê û danasîna hinek hunermendên navdar e. Armanceke wê ya din jî nasandina beşên curbicur ên stran û awazên Kurdî ye.\u003cbr\u003eRengînî û dewlemendiya folklora Kurdî, ji mêj va bala gelek rojhilatnas û Kurdnasan kişandiye. Çimkî tu çi bixwazî, di nava evê gencîneya bêhempa da heye. Beşeke girîng ji vê gencîneyê edebiyata devkî ye. Edebiyata devkî jî ji hêman û berhemên curbicur pêk tê. Berhemên evê edebiyatê jî ne malê nivîskarekî ne ; ew malê tevahiya gel in. Ji edebiyata devkî ya Kurdî pişka ku naveroka wê ji hêla dîrokî va herî xurt, pişka stran û awazê ye. Ev pişk di çanda Kurdî da pir dewlemend bûye, pêşda çûye, berfireh bûye û hema mirov çi bixwaze, dikare di nava wê da bibîne.\u003c\/p\u003e","brand":"Nubihar Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":41737338880058,"sku":"9786257383479","price":12.15,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0603\/8310\/0986\/files\/98ea7562ec64473d904fc26c904dfc4d_front.jpg?v=1791648025","url":"https:\/\/chapterworm.com\/products\/newayen-mutrib-u-cengen-kurdan","provider":"Chapterworm","version":"1.0","type":"link"}