{"product_id":"penc-kulilken-zivistane","title":"Penç Kulilken Zıvıstane","description":"\u003cp\u003ePênc Kulîlkên Zivistanê, pirtûka kurteçîrokan a Mahir Bagokê nivîskarê pirtûka helbestan a bi navê Deriyê Sibehê (Lîs, 2011), bi mijarên xwe yên li ser bûyer û qewamên li welatê me yên bîst û pênc salên dawî ve, yên ku rûxana takekesî û civakî dinimînin û bi zimanê xwe yê sade ve, yê ku berê xwendevanê xwe dide vegotineke tîr, çardeh kurteçîrokên bi navê Rojda û Dibistan, Danûk, Qeşafiroş, Lehengên Şoreşê, Pênc Kulîlkên Zivistanê, Sê Gulleyên Şevê, Termên Hevalên Min, Bayê Azadiyê, Mehîra Nîvco Mayî, Tirs, Hêsir Bi Ser Camê De Barî, Xwîn Pijiqî Bûkê, Xwînsar û Axa Tenûran ên hêjayî xwendinê bi xwe ve digire.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eNivîskarê Pênc Kulîlkên Zivistanê, Mahir Bagok, ê ku par jî bi dîwana xwe ya bi navê Deriyê Sibehê ve derketibû pêşberî xwendevanên Kurdî, şervanekî azadiyê yê girtî ye û di van salên dawî de, xwe dispêre ezmûnên jiyana xwe ya şervaniyê ya li serê çiyayên welêt, di nava mijarên kurteçîrokên xwe re, peywendî û pevgirêdanên xurt di navbera rabirdûya welêt a nêzîk, ku zarokatiya wî ya li welêt bi xwe ye, û demên cihêreng de, ku têperbar û guherbar in, durist dike. Her wiha, nivîskar Bagok di nava mijarên kurteçîrokên xwe yên pirtûka xwe ya Pênc Kulîlkên Zivistanê re fireh şov dike û giyanê demeke diyar bi gelek rê û awayan dike çîrok û bi vî awayî jî, bi gavine saxlem dimeşe ber bi kelepora wêjeya Kurdî ya kurteçîrokê ve.\u003c\/p\u003e","brand":"Lis Basın Yayın","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":41752304648250,"sku":"9786054497324","price":8.08,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0603\/8310\/0986\/files\/981b93fa06074e37981436b6dbc00f87_front.jpg?v=1792019403","url":"https:\/\/chapterworm.com\/products\/penc-kulilken-zivistane","provider":"Chapterworm","version":"1.0","type":"link"}