{"product_id":"stranvan","title":"Stranvan","description":"\u003cp\u003eÇapkirina hemü berhemen Celadet Ali Bedirxan bi “Stranvan”  didome.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eDi ve berhevoka di deste we de me kilam ü stranen ku di kovara Hawar ü Ronahi de çap büne, anin ba hev.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eKilam ü stranen di kitebe de bi gişti ji aliye Celadet Ali Bedirxan ve hatine berhevkirin\/amadekirin. Ji bili kilamen ku bi naven Djeladet Aali Bedir-Khan, Herekol Azizan, Stranvan, Stranvane Haware, Dilokvan ku em difikirin Celadet Ali Bedirxan bi xwe ye, me ci da stranen Ehmede Fermane Kiki, R. Lescot, Tawusparez ku mahlasa Roger Lescot ye ü ewen din ku bi nave “Stranvane Jeliyan”, “Kaniya Ereban”, “Esiri”, “Dilistan”, “Bijişke Miran” ü “Diya Ferzo” çap büne ü helbet e benav ji.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eMe bi awayeki kronolojik peşi ci da stranen Haware, dü re ji yen Ronahiye, du stranen bi nave Heyran ku pir dişibiyan hevdü, digel ku bi naven cuda ü di demen cuda de di Haware de hatine weşandin ji me ew li dü hev danin. Wek her care li dawiya nivisan çavkani hatiye nivisandin.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eBerhemen din en folklorik ji di Şiretbej de kom dibin.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eSinemxan Bedirxan di peşgotina kitebe de wiha dibeje: “Hebü nebü bele ji Xwede mezintir nebü, Ehmed Axa Ferman bo me (ez ü biraye min Cemşid) dirok bü. \u003c\/p\u003e\u003cp\u003eEm şagirden wi bün. Heftiye se car dihat mala me, stran ü çiroken kurdi yen folklori ji me re digot ü me hin dikir. Em dibirin gerane ü di re de behsa Kurdistan ü xelke me dikir. Bi saya wi em diroka xwe ya folklori hin bün. Ji me re pir stran digot ü behsa welate xwe ye şirin dikir. Eve ji bili dersen ko Bavo ji me re dida.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eWexte ez piçük büm Bavo ez digehandim dibistane, bi re de behsa Cizira Botan dikir. Bavo ji me re digot wexte tu mezin büyi eme bi hev re herin Cizira rengin. Le mixabin ez bi tene çüme Cizire.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eLewre gelek giring e em zaroyen xwe ser dirok ü çand ü jiyana me ya kurdi mezin bikin, tişten em li piçükahiye hin dibin nayen jibirkirin.”\u003c\/p\u003e","brand":"Avesta Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":41750299934778,"sku":"9786059082594","price":8.27,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0603\/8310\/0986\/files\/df6200077b674c41bcd1e3d0380540e1_front.jpg?v=1791987736","url":"https:\/\/chapterworm.com\/products\/stranvan","provider":"Chapterworm","version":"1.0","type":"link"}